Bertekên li dijî êrîşên israîlê:Li herêmê protesto û merasîm hatin lidarxistin

Li Mardinê gelek kes ji bo şermezarkirina êrîşên Israîlê li ber Mizgefta Şakir Nuhoğlu hatin cem hev.

Bertekên li dijî êrîşên israîlê:Li herêmê protesto û merasîm hatin lidarxistin

Li gelek bajarên Tirkiyê li dijî êrîşên dijwar ên israîlê bertek tên nîşandan. Li Mardin, navçeyên wê qoser û Midyadê çalakî û merasîmên ji bo filistînê hatin lidarxistin. Her wiha li Ceylanpınara Şanlıurfayê jî ji bo şehîdên li filistînê nimêja cinazeyê ya xiyabî hat kirin.

Li Mardinê gelek kes ji bo şermezarkirina êrîşên Israîlê li ber Mizgefta Şakir Nuhoğlu hatin cem hev.

Di çalakiyê de êrîşên Israîlê hatin naletkirin.

Ji bo Filistîniyên şehîd nimêja cinazeyê ya xiyabî hat kirin.

Li Kızıltepeya Mardinê jî endamên Federasyona Hevkariya Civakî ji bo piştgiriya Filistînê çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de daxuyaniyek hat xwendin û êrîşên Israîlê yên li dijî Gazzeyê hatin şermezarkirin.

Li Midyadê jî hin kes ji bo piştgiriya Filistînê hatin cem hev.

Di xwepêşandanê de ji bo şehîdên Filistînê dia hatin kirin, êrîşên tund ên Israîlê hatin neletkirin.

Midyadî dibêjin ku divê leşkerê Tirkiyê biçe Filistînê.

Li Ceylanpınara Şanlıurfayê jî endamên Şaxa Komeleya Ciwanan çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de pêşî êrîşên Israîlê hatin şermezarkirin, dûv re jî ji bo Filistîniyên şehîd nimêja cinazeyê ya xiyabî hat kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE