Berîvan derketin bêriyê

Berîvan him penîr û mast çêdikin him jî hiriya pezên xwe diqusînin

Berîvan derketin bêriyê

Berîvanên ku şîr didoşin û jê penîr û mast çêdikin, li bilîsê berê xwe didin zozanan. Şeveqê zû radibin û dest bi kar dikin. Ji aliyekî bi heywanan re eleqedar dibin ji aliyekî jî hiriyên wan ên zêde diqusînin.

Pezên xwe didin ber xwe û berê xwe didin zozanan.

Pêşî heywanên xwe didoşin, pişt re ji şîrê wan penîrên cur bi cur, rûnê nivişk û mast çêdikin.

Li Bilîsê berîvan karên xwe yên kevnare îsal jî dikin.

Jin zêdetir şîr didoşin zilam jî him ji bo pezê wan rehet bibe û zêdetir şîr bidin jî hiriya wan diqusînin.

Berîvan bi vî awayî him debara mala xwe dikin him jî heywanên xwe li çolê diçêrinîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE