"Bes e dayîk bila negirîn"

Suheyla Demira dayîk ku beşdarî çalakiyê bû da ku keça wê lê vegere got, "Em naxwazin zarokên me rahêjin çekê, bira rahêjin pênûsê. Bes e dayîk digirîn. Zarokan ji dayîkên wan distînin"

"Bes e dayîk bila negirîn"

Çalakiya rûniştinê ya ku Dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê bi îdiaya zarokên wan bi destê HDPyê revandine birine serê çiya dabûn destpêkirin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku Dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya Serokatiya Parêzgehê ya HDPyê dabûn destpêkirin, 63 roj e dewam dike.

Li Diyarbekirê Hacire Akarê bi îdiaya ku kurê wê Mehmet bi wasiteya HDPyê hat revandin û birin serê çiya, li ber avahiya partiyê ya parêzgehê 22yê tebaxê dest bi çalakiya rûniştinê kiribû.

Akara dayîk ku nexwestibû kurê wî bibe qurbaniyê terorê, di çalakiya xwe da bi ser ketibû û 24ê tebaxê kurê wê lê vegeriyabû. Têkoşîna Hacireya dayîk a ji bo kurê xwe, ji bo dayîkên din ên dilşewat jî bûbû nimûne.

Çalakiya rûniştinê ya ku Fevziye Çetinkaya, Remziye Akkoyun û Ayşegul Biçerê ji xwe ra têkoşîna Akarê kirin nimûne û 3ê îlonê dan destpêkirin, dewam dike û heta niha jî 55 malbat di çalakiyê da beşdar in.

- "Em mehkûmî vê êşê kirin"

Suheyla Demira dayîk ku ji Agiriyê beşdarî çalakiyê bûye, diyar kir ku heya keça wê Hayal lê vegere, ew ê çalakiya xwe bidomîne.

Demirê bal kişand ku ew xeyala wê yekê dike û dixwaze ku keça wê lê vegere û wiha dewam kir:

"Keça min 5 sal e di destê wan da ye, em mehkûmî vê êşê kirin. Em niha bangî dinyayê dikin, bira dengê me bibihîzin, êdî bes e. Bes e dayîk digirîn. Zarokan ji dayîkên wan distînin. Dibêjin 'bi îradeya xwe çûye'. Ma îradeya zarokeke 14 salî heye? Zarokan dixapînin dibin û dû ra jî vedigerin dibêjin 'bi îradeya xwe çûye'. Pey wan jî dayîkên dilşewat dihêlin."

Demirê îdia kir ku şaxa ciwanan a HDPyê zarokan dixapîne û wiha got, "Hûn zarokên me dişînin serê çiya, lê zarokên we jî di zanîngehan da li Ewropayê dixwînin. Em jî li vê derê êşê dikişînin. Xeyalên me û yên zarokan hilweşiyan. Em naxwazin zarokên me rahêjin çekê, bira rahêjin pênûsê. Ez bangî hemû dayîkan dikim, zarokên we jî derketine serê çiya, werin xwe bidin kêleka me. Em bibin yek û zarokên xwe ji destê wan zaliman rizgar bikin."

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 18:00
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE