Betlaneya navberê ya ewil dê dest pê bike

Ji bo 18 milyon xwendekaran betlaneya navberê dest pê dike.

Betlaneya navberê ya ewil dê dest pê bike

Dibistan îro dest bi betlaneya navberê dikin. Wezareta Perwerdeya Neteweyî ji bo betlaneya navberê baş derbas bibe plana çalakiyên huner, spor û zanistê çêkir; derbarê çalakiyan de malperek vekir...

Wezir Selçuk: “dê û bavên biqîmet, îsal li welatê me cara ewil betlaneya navberê dest pê dike. ji roja înê û pê de zarok wê hefteyekê bêhna xwe vedin.”

Ji bo 18 milyon xwendekaran betlaneya navberê dest pê dike.

Dê hefteyekê ders tune bin lê ji bo xwendekaran wê çalakiyên cûr bi cûr çêbin.

Xwendekar wê di vê betlaneyê de berê xwe bidin huner, spor û zanistê.

Wezir Selçuk: “me xwest ku vê heftê perwerde li derveyî dibistanê bi lîstikan, çand, zanist û hunerê dewam bike. me ji bo zarokên xwe planeke çalakiyan a betlaneya navberê amade kir.”

Wezareta Perwerdeya Neteweyî jî ji bo çalakiyan malpereke înternetê vekir.

Wezîr Selçuk navê malperê ragihand ku ji bo her bajarî çalakiyên cûr bi cûr hene.

Malbat jî wê karibin ji malpera "aratatil.meb.gov.trê agahiyên çalakiyan bigirin.

Betlaneya navberê wê îsal cara ewil were kirin û heya 25ê Midarê jî wê bidome.

Betlaneya navberê ya duyem jî di 10ê Nîsanê de wê dest pê bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE