Betlaneya newrozê

Îranî bi qafîleyan hatin Vanê...

Betlaneya newrozê

Her sal di betlaneya newrozê de îranî bi qafileyan tên wanê. Îsal jî gelek îranî hatin bajêr û vê yekê kêfa esnafan anî.

Betlaneya Newrozê li Îranê 14 roj e.

Ji ber ku Wan nêzî Îranê ye, her sal di betlaneya Newrozê de bi sedan Îranî tên Wanê.

Hatina wan kêfa esnafên Wanî jî tîne.

Li Wanê gelek cihên dîrokî hene û Îranî têra dilê xwe li wan deran digerin.

Her sal dema Îranî tên, li bajêr Mihrîcana Danûstandinê tê lidarxistin. Li bajêr ji bo Îraniyan cihên kêf û şahiyê jî tên hazirkirin.

Dîroka nûkirinê: 28 Adar 2019, 17:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE