Zarok di betlaneya nîvsalê de derdikevin derve û bi berfê kêf dikin. Ew bi paxêlên ku bi xwe çêkirine li ser berfê xwe kaş dikin.
Li herêmê, zivistaneke dijwar heye. Ji ber sir û seqemê welatî di nav zor û zehmetiyê de ne.
Lê ne serma, ne jî tiştekî din xema wan e…
Biçûk digel hemû kêmasiyan jî kêfê dikin.
Li gundê Kehêya Hakkariyê biçûk bi paxêlan li ser berfê xwe kaş dikin.
Li Muşê jî zarokên gundê Zorava bi paxêlan xwe kaş kirin.
Zarok bi vî awayî di betlaneya nîvsalê de bi hev re demên xweş derbas dikin.