Betlaneyên Mijdar û Nîsanê

Mamoste di betlaneyên Mijdar û Nîsanê de wê li dibistanê bin...

Betlaneyên Mijdar û Nîsanê

Betlaneyên Mijdar û nîsanê ketin nav teqwima perwerdehî û hindekariyê. Xwendekar dê bi qasî hefteyekê betlaneyê bikin, mamoste jî wê demê wê li dibistanê bin. Betlaneyên nû dê wek heyama xebata meslegî bên qebûlkirin. Pereyên dersên zêde jî wê bên dayîn.

Betlaneyên nû yên mijdar û nîsanê dê wek heyama xebatê ya meslegî bên qebûlkirin.

Pereyên dersên zêde yên mamosteyan jî wê bên dayîn.

Hûrgiliyên sîstema nû ya perwerdehî û hindekariyê hatin diyarkirin.

Li gorî vê yekê betlaneya nîvsalê dîsa wê bê kirin.

Her wiha îsal di navbera 18 û 22ê Mijdara 2019an de hefteyek; di navbera 6 û 10ê Nîsana 2010an de jî hefteyek betlane wê bê kirin.

Di vê heyamê de mamoste dîsa wê li dibistanan bin.

Di heyama betlaneyê de xebatên mamosteyan ên li dibistanê dê wek heyama xebatê ya meslegî bên qebûlkirin.

Pereyên ji bo dersên zêde jî wê bên dayîn.

Mamoste û xwendekar di navbera 20 û 31ê Çileya 2020an de wê dest bi betlaneya nîvsalê bikin.

Dîroka nûkirinê: 17 Gulan 2019, 17:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE