Bexçeyê Gel ê Batmanê

Bexçe bi 19 milyon lîreyî tê çêkirin...

Bexçeyê Gel ê Batmanê

Li Batmanê li şûna Stadyûma bajêr a 16ê Gulanê BexçeGel tê çêkirin.

Û çêkirina bexçe jî hema bêjin qediyaye.

Firehiya qada bexçe 40 hezar mîtro ye û piştî biqede dê bibe qada herî hêşîn ya Batmanê.

Baxçeyê Gel ê Batmanê di çarçoveya 2yem plana çalakiya 100 rojan de cih digire.

Li qadê wê riyên meşê û cihên çalakiyên cuda hebin û bi mezinahiya xwe bibe cihê bêhnvedanê.

Li Baxçeyê Gel reng û xemlên cuda cuda hene.

Li qadê 570 dar hatine danîn.

Ji bo qadê 19 milyon lîre pere hatiye xerckirin û tê payîn di demeke nêz de bikeve xizmetê.

Dîroka nûkirinê: 09 îlon 2019, 14:03
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE