Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê, ji bo alîkariya malbatên hewcedar xebateke girîng dimeşîne. şaredarî, fêkiyên ku li hin bexçeyan bi xwe kom dike, pakêt dike û piştre li feqîr û hewcedaran belav dike.
Fêkiyên tên berhevkirin, li malbatên hewcedar tên belavkirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê, ji bo piştgiriya malbatên feqîr û hewcedar xebateke girîng dimeşîne.
Şaredarî li ser erdekî 200 donimî, ji bo malbatên hewcedar fêkiyan diçinîne.
Tirî, hinar, sêv zeytûn û mişmişên ku ji van bexçeyan tên berhevkirin, piştî pakêtkirinê li malbatên tespîtkirî tên belavkirin.