Beytariya Zanîngeha Firatê ya Elazığê nêzî 22 sal in xizmetê dide herêmê. Li nexweşxaneya heywanan îsal zêdetirî 9 hezar heywanên cuda hatin tîmarkirin.
Beytariya Zanîngeha Elazığê ji sala hezar û 998an ve xizmetê dide heywan û heywandarên herêmê.
Ji roja ku hatiya avakirin heta niha bi sed hezaran heywan li vê nexweşxaneyê hatin tedawîkirin.
Tenê di pêvajoya koronayê de zêdetirî 9 hezar heywanen kedî û kovî hatin tedawîkirin.
Serbijîşkê nexweşxaneyê dibêje:”Beytariya me him bi kadroya xwe him jî bi malzeme û cîhazên xwe li herêmê ya herî baş e.”
“Ji Mûşê bigirin heta Meletî û Mereşê gelek welatî tên virê. Salê nêzî 10 hezar heywan li nexweşxaneya me tedawî dibin û tên ser xwe.”