Bi 117 ekîban dê xebata paqijkirina berfê bê kirin

Gurkan li navendê ligel ekîbên li navçeyên Puturge û Doganşehirê bi têlefonê peywendî danî û der heqê xebatên wan ên dijî berfê da zanyarî wergirtin.

Bi 117 ekîban dê xebata paqijkirina berfê bê kirin

 Serokê Şaredariya Bajarê Mezin Meletiyê Selahattin Gurkan ragihand ku ew ê bi 951 personel û 117 ekîban va xebata paqijkirina berfê bikin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya şaredariyê, Gurkan ji ber berfa ku li bajêr tesîra xwe nîşan da, li Navenda Kordînasyona Binesaziyê ya Şaredariya Bajarê Mezin xebatên paqijkirina berfê şopand.

Gurkan li navendê ligel ekîbên li navçeyên Puturge û Doganşehirê bi têlefonê peywendî danî û der heqê xebatên wan ên dijî berfê da zanyarî wergirtin.

Gurkan herwiha diyar kir ku li bajêr ji ber ketina berfê rewşeke nexweş neqewimî, lewra wan çend meh berê dest bi amadekariyên paqijkirina berfê kiribû. Gurkan herwiha got ku di vê çarçoveyê da xebatên stoqkirina xwê û temîrkirin û amadekirina makîneyên şixul hatin temamkirin.

Herwiha Gurkan ragihand ku ew ê bi 951 personel û 117 ekîban va xebatên paqijkirina berfê bikin û wiha dewam kir:

"Em van xebatan bi 310 makîneyên şixul û wesayîtan dikin. Me 17 hezar ton xwê kirî. Me li navçeyên xwe belav kir. Herwiha ekîbên me dê bênavber rojê 24 saetan bixebitin da ku rewşên nexweş çênebin."

Dîroka nûkirinê: 05 Kanûn 2019, 17:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE