Bi alîkariya cil û bergên zivistanê zarokên Ağrıyî kêfxweş kirin

Karsazên Tirk ên ku ji Ewropayê hatin bi alîkariya cil û bergên zivistanê zarokên Ağrıyî kêfxweş kirin

Bi alîkariya cil û bergên zivistanê zarokên Ağrıyî kêfxweş kirin

 Karsazên Tirk ên ku ji Almanya û Îngiltereyê hatin Ağrıalîkariya cil û bergên zivistanê dan 171 xwendekarên ku li gundên zivistan lê dijwar derbas dibe.

Selahattîn Pinarbaşiyê li Londona paytextê Îngiltereyê karsaz e û Tahîr Kocahalê li Almanyayê dijî ji bo zarokêên Ağrıyî yên hewcedar kampanyaya "hezar mont hezar bot" dan destpêkirin.

Herdu heval bi piştgiriya hawordor û hevalên xwe yên karsaz dest bi xebatê kirin û ji bo ku bot, mont, fanîle, sitûmal û kumên ku kirîn bigihînin zarokên Ağrıyî hatin Türkiyeyê.

Karsazên xêrxwaz bi piştgiriya Ramazan Kusmuyê psîkologê ji Ağrıyê çûn hin gundên li navçeyên Taşliçay û Hamurê û bi bot û montan 171 xwendekarên ku astengdar jî di nav wan da hebûn kir.

Karsaz Selahattîn Pinarbaşi got ku li herêmê mehên zivistanê dijwar derbas dibin û kêfxweş in ku ji bo zarokên hewcedar bûn piştgir.

Pinarbaşi diyar kir ku li gelek gundan geriyan û alîkarî gihandin zarokan û wiha axivî: 

"Me bi karsazên xwe yên li Londonê dijîn ra ji bo ku zarokên me yên vir necemidin projeya xwe ya "hezar mont hezar bot" da destpêkirin. Sax bin ku dostên me gelekî hesas tevgeriyan. Em hatin Ağrıyê û bi Remezan xoce ra bot, mont, kum, eşofman, fanîle belavî zarokên xwe kir. Min xwest ku taybetî bêm van deran. Min xwest bibînim ku nava çavê wan zarokan dikene. Ji ber ku me cihê rast hilbijartiye jî kêfxweş bûm. Li her derê berf di lingê zarokên me da jî şimik hebûn. Min bixwe pêlavên hin zarokên me li wan kir. Dilê min gelekî germ bû. Ez ê ji dostê xwe ra jî qise bikim, bawer im dê dilê wan jî germ bibe."

Pinarbaşi got ku alîkariya zarokên li navendên perwerdeya taybet perwerdeyê dibînin jî alîkarî kirin û behs kir ku gelekî ji Türkiyeyê ez dikin û her zarok ji bo wan taybet e.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE