Bi alîkariya dewletê tesîseke bi 4,5 milyon lireyî

Li Milazgirê di tesîsa ku bi alîkariya Saziya Piştgirî û Pêşvabirina Çandinê hat avakirin mehê 80 ton şîr tê hilberîn

Bi alîkariya dewletê tesîseke bi 4,5 milyon lireyî

Li Milazgira navçeya Mûşê di tesîsa ku bi alîkariya Saziya Piştgirî û Pêşvabirina Çandinê hat avakirin mehê 80 ton şîr tê hilberîn.

Li Rojhilatê Anadoluyê ku lê heywandarî tê kirin bi alîkariya ku ji bernameyên hîbeyê tên hildan çêwlik tên avakirin.

Saziya Piştgirî û Pêşvabirina Çandiyê ji bona heywandarî û çandinî pêşva here piştgiriyê dide cotkar û heywandaran. 

Li Milazgirê jî çêwlika ku lê 350 heywan hene û bi alîkariya Saziya Piştgirî û Pêşvabirina Çandinê hat avakirin mehê 80 ton şîr tê hilberîn.

Tahsîn Kiliçê Serokê Odeya Ziraetê ya Milazgirê ku bi 4,5 milyon lireyî çêwlik ava kir û Saziya Piştgirî û Pêşvabirina Çandiyê 3 milyon lire hîbe hilda di çêwlika ku di standartên Yekîtiya Ewropayê da hatiye çêkirin hilberînê dike.

Kiliç daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir bi alîkariya dewletê tesîs ava kiriye û got ku me bi wesîleya Midûriyeta Giştî ya Saziyên Çandiniyê ji Almanyayê 350 çêlekên sîmental anîn û em xwedî dikin.

Tahsîn Kiliç diyar kir dixwazin tesîsê mezin bikin û hilberîna şîr mehê derxin 100 tonî û wiha axivî: "Tesîs li ser 50 dekarî hatiye avakirin û 20 beş hene. Li gor standartên Yekîtiya Ewropayê hatiye çêkirin. Niha 8 kes li tesîsê dixebitin. Heywanên ku me ji derva anîn niha sêberî ne. Em li bazarên nav welêt şîrê xwe difiroşin."

Dîroka nûkirinê: 06 Tîrmeh 2019, 14:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE