Bi avdana ava baranê ya ku tê depokirin va berhemdariya darên fistiqan 3-4 qat zêde bû

"Par ji darên fistiqan ên ku bi rêbaza raxistina plastîkê va tên avdan, bi nîvendî 17 kîlogram fistiq hat, ji darên fistiqan ên sepana cotkarê asayî jî 4,5 kîlogram berhem hat"

Bi avdana ava baranê ya ku tê depokirin va berhemdariya darên fistiqan 3-4 qat zêde bû

Li Şanliurfayê di projeya nirxandina ava baranê da ya ku ji hêla Midûriyeta Enstîtuya Lêkolînên Çandiniyê ya GAPê (GAPTAEM) tê cîbicîkirin, hat tesbîtkirin ku rêbaza emilandina raxistina plastîkê, berhemdariyê 3-4 qatî zêdetir dike.

Di çarçoveya xebatên endazyarên GAPTAEMê yên ji bo zêdekirina berhemdariya berhemên xwemalî da 15 sal berê projeya "Lêkolîna Avdana Bi Ava Baranê Ya Bi Rêbaza Herî Serkeftî" hat cîbicîkirin û ew yek hat lêkolînkirin ka kîjan alav çêtir ji bo berhevkirina ava baranê û avdana darên fistiqan a bi ava baranê.

Serokê Beşa Çavkaniyên Av û Axê ya GAPTAEMê Abdullah Suat Nacarê cîbicîkarê projeyê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, hişkesalî ji bo Tirkiye û hemû dinyayê gef û xetereyeke mezin e.

Nacar bal kişand, bi projeya ku ew cîbicî dikin va ew hewl didin, tesîra hişkesaliyê daxin asta herî nizim û wiha dewam kir, "Li ciyên ku derfeta avdanê tuneye û bi tenê baran dibare, ava baranê tê depokirin ku dar bên avdan. Me jî rêbaza depokirina ava baranê di baxçeyên darên fistiqên Entabê da ceriband û li ser lêkolîn pêk anîn."

- "Berhemdarî 3-4 qatan zêdetir e"

Nacar bal kişand ku di navbera rêbaza avdana bi ava baranê û sepana asayî ya cotkaran da ferqeke pir mezin heye.

Nacar diyar kir, di rakirina berhemên par da ferqa berhemdariyê bi awayê herî baş xwe nîşan da û wiha dewam kir, "Par ji darên fistiqan ên ku bi rêbaza raxistina plastîkê va tên avdan, bi nîvendî 17 kîlogram fistiq hat, ji darên fistiqan ên sepana cotkarê asayî jî 4,5 kîlogram berhem hat. Bi qasî 3-4 qatan ferqa berhemdariyê derket holê. Em vê projeyê pêşniyazî hemû cotkarên xwe dikin. Em wekî enstîtu amade ne ku ji bo van projeyan her cure alîkariya teknîkî pêşkêşî cotkarên xwe bikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE