Bi banga wî 134 pirtûkxane hatin avakirin

Bi hezaran kesî alîkarî şand, refên pirtûkxaneyan tijî bûn

Bi banga wî 134 pirtûkxane hatin avakirin

Mamosteyê fêdakar ji bo pirtûkxaneya dibistanê li ser medyaya civakî alîkarî xwest. Bi saya weşanxaneyan refên pirtûkxaneyê tijî bûn.

Ji bo xwendekarên xwe li ser medyaya civakî bangî xêrxwazan kir…

Bi sedan kesî dengê wî bihîst bi hezaran kesî alîkarî şand.

Sedat Emrem li Hınısa Eruzurumê, li dibistana Seretayî Şehîd Ehmed Akdax mamosteyê zimanê Tirkî ye.

Ji ber ku li pirtûkxaneya mektebê pirtûk tunebûn bangî weşanxane û xêrxwazan kir.

Bangewaziya wî li ser medyaya civakî deng veda, ligel pirtûkan ji bo xwendekar û dibistanê jî bi hezaran alîkarî hatin şandin.

Mamosteyên din ên mektebê jî bi îmkanên xwe piştgiriyê didin kampanyayê.

Mamosteyên jêhatî, bi pirtûkên ku hatin şandin li gundên din ên Eruzurumê 134 pirtûkxane ava kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE