Bi barîna berf û baranê va rêjeya ava bendavên Rojhilatê zêde bû

Bi barîna berf û baranê va rêjeya ava bendavên Rojhilatê zêde bû

Li Elezîz, Bîngol, Meletî û Tunceliyê rêjeya ava bendavên ava vexwarin, enerjî û avdanê bi barîna berf û baranê va zêde bû.

Li gorî daneyên Midûriyeta Karûbarên Ava Dewletê (DSÎ) ya Herêma 9emîn, rêjeya ava bendavên li herêma jê berpirsiyar e yên wekî Kalecik, Tatar, Kanatli, Keban Seyrantepe, Ava Sultan, Boztepe Recai Kutan, Polat, Gayt, Gulbahar, Ozluce, Uzunçayirê li gorî cotmeha sala çûyî ji sedî 19,8 zêde bû.

Bi barîna berf û baranê va bendavên bi navê Ava Sultanê ya li Meletiyê, Kalecika li Karakoçana Elezîzê û her wiha Tatar û Kanatliya li navçeya Kovancilara Elezîzê, Gayt û Gulbahar ên li Bîngolê bi rêjeya sedî 100 tijî bûn.

Rêjeya ava Bendava Kebanê ji sedî 28,4an derket 30,5an, ya Seyrantepeyê ji sedî 76,7an derket 82,7an, ya Boztepe Recai Kutanê ji sedî 50,5an derket 58,7an, ya Polatê ji sedî 68,5an derket 73,9an ya Ozluceyê ji sedî 30,6an derket 52yan, ya Uzunçayira li Tunceliyê jî derket ji sedî 85,9an.

Rêjeya tijîbûnê ya golên piçûk ên avdanê yên li herêmê jî balê dikişînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE