"Bi baweriya dinyayeke adil pêkan e li ku derê mezlûm hebin em destê alîkariyê dirêj dikin"

"Bi baweriya dinyayeke adil pêkan e li ku derê mezlûm hebin em destê alîkariyê dirêj dikin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan, "Bi baweriya ku dinyayeke hê adil pêkan e li ku derê mezlûm û mexdûr hebin em ferqê nakin nava wan û destê alîkariyê dirêj dikin."

Erdogan ji bernameya Serokatiya Mafên Mirovan ya AK Partiyê ya "Roja Mafên Mirovan ya Dinyayê ya 10ê Kanûnê" ra vîdeopeyam şand.

Serok Erdogan di peyama xwe da got sala par li Ewropayê li sê dewletên ku hejmara welatiyên me herî zêde ye êrîşên dijî koçberan ji 3 hezarî derbas bûye û wiha dewam kir, "Kesên di ser Peymana Stenbolê da êrîşî me dikin li hember zilma ku welatiyên me mexdûr dike dengê xwe nakin. Bêdengiya wan sosreteke mezin e."

Erdogan diyar kir bi baweriya ku dinyayeke hê adil pêkan e li ku derê mezlûm û mexdûr hebin em ferqê nakin nava wan û destê alîkariyê dirêj dikin.

Serok Erdogan got ku bi pakêta ku em ê di demeke nêzik da pêşkêşî Meclisê bikin wê qabiliyeta Komîsyona Tezmînatê ya Mafên Mirovan zêde bibe û em ê cezayên êrîş û acizkirina dijî jinan giran bikin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE