Bi biryara Serok Erdogan 10 fakulte hatin avakirin

Li Zanîngeha Bînalî Yildirim û Zanîngeha Recep Tayyîp Erdogan dibistanên bilind ên perwerdeya bedenê û sporê jî hatin girtin.

Bi biryara Serok Erdogan 10 fakulte hatin avakirin

Biryara Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ya li ser avakirina hin fakulteyan û girtina hin dibistanên bilind, di Rojnameya Fermî da cih girt.

Li gor biryara ku bi îmzeya Serokomarê Türkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hat weşandin, li Zanîngeha Batmanê Fakulteya Hekîmtiya Diranan, li Zanîngeha İstanbulê Galatayê Fakulteya Zanyariyên Tenduristiyê, li Zanîngeha Tenduristî û Teknolojiyê ya İstanbulê Fakulteya Îqtîsadî, Îdarî û Zanyariyên Civakî, li Zanîngeha Katîp Çelebî ya Îzmirê Fakulteya Hiqûqê, li Zanîngeha Mardîn Artukluyê Fakulteya Tibê, li Zanîngeha Mûş Alparslan Fakulteya Hekîmtiya Diranan, li Zanîngeha Nuh Yazici Yazganê Fakulteya Hiqûqê, li Zanîngeha Erzincan Bînalî Yildirim Fakulteya Zanyariyên Sporê, li Zanîngeha Recep Tayyîp Erdogan Fakulteya Zanyariyên Sporê û li Zanîngeha Zanyariyên Tenduristiyê Fakulteya Tibê ya Kayseriyê hat avakirin.

Li Zanîngeha Bînalî Yildirim û Zanîngeha Recep Tayyîp Erdogan dibistanên bilind ên perwerdeya bedenê û sporê jî hatin girtin.

Biryar li gor benda 30yemîn a pêvek a Qanûna Teşkîlatên Saziyên Hîndekariya Bilind a ku jimara wê 2809 e, hat dayîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE