bi cehd û xebateke mezin rêyên girtî, vedikin

Ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê ji bo ku welatî mexdûr nebin, di rêyên gundan ku cih cihan stûriya berfê digihêje 5 metreyan da dişixulin.

bi cehd û xebateke mezin rêyên girtî, vedikin

Li Bidlîsê ekîbên paqijkirina berfê, bi cehd û xebateke mezin rêyên gundan ku ji ber berf û bagerê hatine girtin, vedikin.

Ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê ji bo ku welatî mexdûr nebin, di rêyên gundan ku cih cihan stûriya berfê digihêje 5 metreyan da dişixulin.

Ekîbên VEDAŞê ku ji bo temîrkirina erizeya ceyranê ya gundê Yucebaşê, dan ser rê lêbelê ji ber berfê di rê da man, xeber dan Rêveberiya Taybet a Parêzgehê.

Li ser îxbarê, ekîbên paqijkirina berfê çûn wê derê û dest bi xebatê kirin û herwiha beşeke rê vekirin.

Şefê Şantiyeya Navendê ya Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Naîl Aşît di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir ku destê sibehê ji VEDAŞê îxbarek gihîşt ber destê wan. Aşît diyar kir ku piştî vê xeberê, wan jî dest bi xebata vekirina rêya gund kir.

Aşît got ku piştî rê vebe, ekîbên VEDAŞê jî dê erizeyê temîr bikin û wiha dewam kir:

"Em li vê derê bi berfa ku qedera 5 metreyan stûr e ra têdikoşin. Ekîbên me destê sibehê zûtirê dest bi xebatê kirin. Lêbelê bi tenê kîlometreyek rê vekirin. Di paqijkirina berfê da em bi qedera 70 wesayîtî û 90 personelî va şev û roj dixebitin. Li Bidlîsê ciyê ku herî zêde berf lê dibare, ev herêm e. Înşelah dê sibehê heya êvarê rê vekin. Di 48 saetan da em ancax dikarin 3 kîlometre rê vekin. Ji ber ku berf gelek e."

Dîroka nûkirinê: 13 Çile 2019, 17:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE