Bi çepikan ji nexweşxaneyê derketin

18 kesên ku bi vîrûsê ketibûn baş bûn û hatin şandin malên wan.

Bi çepikan ji nexweşxaneyê derketin

Li hemberî şewba koronayê têkoşîneke dijwar tê dayîn. piraniya nexweşan jî piştî tedawiyê baş dibin. li Igdirê 18 nexweş baş bûn û hatin şandin malên wan.

Li Nexweşxaneya Dewletê ya Igdirê hin nexweşên Kovîd-19ê dihatin tedawîkirin.

18 nexweşên vîrûsa koronayê li nexweşxaneyê hatin tabûrcukirin.

Di nav nexweşan de personelê tenduristiyê jî hebûn.

Nexweş piştî tedawiya 14 rojan hatin şandin malên wan.

Serbijîşkê nexweşxaneyê kulîlk dan nexweşan û derbarê nexweşiyê de ew hişyar kirin.

Di dema derkatina nexweşan de bijîşk û hemşireyan çepik lê xistin û bi vî awayî kêfa wan xweş kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE