Bi ceyranê ket, jiyana wî serobino bû

Dest bi lîstina kişikê kir, niha dersan dide zarok û ciwanan

Bi ceyranê ket, jiyana wî serobino bû

17 sal beriya niha ceyranê girt, 33 caran emeliyet bû û di dawiyê de lingekî wî hat birîn. Piştre rabû ser xwe lê tu hêviya wî nemabû. Piştre dest bi lîstina kişikê kir û hêviya wî ji nû ve geş bû. Niha çîroka hüseyin şahin tê ser ekranê.

Hüseyin Şahin 17 sal beriya niha dema li Tedaşa Sêrtê dixebitî ceyranê bi wî girt.

33 caran emeliyet bû, lingekî wî hat birîn. Ji ber vê tu hêviya wî nemabû.

Şahîn piştre dest bi lîstina kişikê kir.

Ji vê lîstikê pir hez kir û kêfa wî dîsa wekî rojên berê xweş bû.

Niha li Midûriyeta Spor û Ciwaniyê ya Sêrtê dest bi xebatê kiriye û ji ciwan û zarokan re kişikê hîn dike.

Dîroka nûkirinê: 02 Kanûn 2019, 11:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE