Lîseya Anadoluyê ya Meslekî û Teknîk ya Batmanê bi çêkirina mobîlyayan bû 3yemînê Tirkiyeyê. Li vê lîseyê bi bihayê 596 hezarî mobîlya hat çêkirin û firotin. Li dibistanê berhemên kîmya, metal û mobîlya tên çêkirin, xwendekar pişt didin aboriyê.
Piştî lîseyeke Kırıkkale û yeke Enqerê, Lîseya Anadoluyê ya Meslekî û Teknîk ya Batmanê bi çêkirina mobîlyayan bû 3yemînê welêt.
Li lîseya Batmanê berhemên kîmya, metal û mobîlya tên çêkirin û firotin.
Li lîseyê bi pêşengiya mamosteyan û keda xwendekaran bi bihayê 596 hezar lîreyî mobîlya hatin çêkirin û firotin.
Xwendekar bi awayekî kêrhatî pişt didin aboriya welêt.
Bi vî şiklî xwendekar him dixwînin him jî qezenc dikin.
Niha hedefa dibistanê ew e ku bibe yekemînê Tirkiyeyê.