Bi daran kaşûn çêkirin

Bi kaşûnên xwemalî li Navenda Kaşûnê ya Mêrga Botan xwe kaş kirin.

Bi daran kaşûn çêkirin

Gundiyên Şemdinliya Hakkariyê bi daran kaşûn çêkiribûn û dîmenên wan jî li ser medyaya civakî hatibûn parvekirin. Wezareta Spor û Ciwaniyê û Federasyona Kaşunê ya Türkiyeyê, ew li Navenda Kaşunê ya Mêrga Botan kirin mêvan.

Bi daran ji xwe re kaşûn çêkirin û li ser berfê xwe kaş kirin.

Dîmenên gundiyên Şemdinliyê li ser medyaya civakî hatin parvekirin.

Wezareta Ciwanî û Sporê bi hevkariya Federasyona Kaşûnê ya Türkiyeyê ji bo wan projeyek amade kir.

Di çarçoveya projeyê de gundî bi wesayidan ji gund hatin hilanîn û anîn Navenda Kaşûnê ya Mêrga Botan.

Gundiyan li Navenda Kaşunê li ser pîstê bi kaşûnên xwe yên xwemalî xwe kaş kir.

Bi vî awayî gundiyan cara ewil li Pîsta Kaşûnê ya Mêrga Botan bi têra dilê xwe kaşûn kir.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE