Malbatên ku ev 23 roj in li Diyarbekirê li ber avahiya HDP'ê bi çalakiya rûniştinê zarokên xwe dixwazin îşev di saet 20:15'an de ji Diyarbekirê wê bibin mêvanê weşana taybet a TRT Kurdiyê. Malbat, wê behsa serpêhatiya zarokên xwe, birina wan a serê çiyê û çalakiya rûniştinê bikin.
Çalakî, bi dayika Hacîre Akarê dest pê kir û niha hejmara wan her ku diçe zêde dibe.
Dayik, ji bo çi li ber avahiya HDP'ê rûdinin?
Daxwaza wan çi ye?
Ev bi salan e êş û kesera wan ji ber çi ye?
Weşana taybet îşev di saet 20:15'an de dê bê ser ekrana TRT Kurdiyê.
Malbatên ku ev 23 roj in li Diyarbekirê li ber avahiya #HDP'ê bi çalakiya rûniştinê zarokên xwe dixwazin îşev di saet 20:15'an de ji Diyarbekirê wê bibin mêvanê weşana me ya taybet. Malbat, wê behsa serpêhatiya zarokên xwe, birina wan a serê çiyê û çalakiya rûniştinê bikin. pic.twitter.com/zQz94zWbQZ
— TRTKurdî (@TRTKurdiTV) September 25, 2019