Bi destpêka pêvajoya normalîzebûnê rewşa turizma li herêmê

Li Başûrê Rojhilatê çûyîn û hatina turîstan bi normalîzebûnê va dest pê kir û wê di eydê da şên bibe

Bi destpêka pêvajoya normalîzebûnê rewşa turizma li herêmê

Li Gazîanteb, Şanliurfa û Adiyemanê bi destpêka pêvajoya normalîzebûnê ya piştî tevdîrên têkoşîna vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) çûyîn û hatin zêde bû.

Li bajarên herêmê yên ku li tevahiya dinyayê bi nirxên xwe yên dîrokî, kevneşopiyên xwe yên qedîm, çand û tehmên xwe va bala turîstan dikişînin, di pêvajoya normalîzebûnê da bi ziyaretvanên ku berê xwe dane turîzma çandî va geş bûne.

Endamê Lijneya Rêveberiyê ya Yekîtiya Acenteyên Seyahetê ya Tirkiyeyê (TURSAB) Soner Bacaksiz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew çavdêriya eleqeya ku ziyaretvan nîşan didin, dikin.

Bacaksiz diyar kir, bi tetîla Eyda Qurbanê ra bi taybetî daxwaz tên kirin ku mêvanên xwemalî li herêmê werin ezimandin û wiha dewam kir:

"Herêma me hem ji aliyê dîrokî hem ji aliyê turîstîk va pir dewlemend e. Ji Gazîantebê heta Diyarbekirê cihên giring ên wekî Muzeya Zeugmayê, Girê Mirazan û Nemrûdê hene. Her bajarekî me têra xwe xweş e û nirxên wê yên çandî hene. Ziyaretvanên me yên ku tên herêmê wê tetîleke têr û tije derbas bikin. Li gor min Eyda Qurbanê wê pir şên bibe."

Ahmet Çadirê ku li Gazîentabê loqinteya wî heye, daxuyand bi pêvajoya normalîzebûnê va li bajêr qerebalixiya ziyaretvanan çêbû.

Çadir daxuyand ku tetîla eydê her tim ji bo wan firsendeke mezin e û wiha dewam kir, "Em li Tirkiyeyê bajarê ewil ê gastronomiyê ne. Ji ber vê jî em para xwe zêdetir dixwazin. Di betlaneyê da gelek kes tên herêmê. Em di vê tetîla eydê da jî li benda heman qerebalixiyê ne. Me amadehiyên xwe li gor wê kir."

Turîst tên Şanliurfayê

Şanliurfaya ku wekî "bajarê pêxemberan" tê zanîn, Gola Masiyan, Girê Mirazan, malên Heranê û navçeya Herranê seba turîstan cihên giring in û pir tên ziyaretkirin.

Şaredarê Şaredariya Mezin a Şanliurfayê Zeynel Abîdîn Beyazgul got Şanliurfa ji hêla gastronomî, bawerî, dîrok, çand û muzîkê va cihekî gelek xweş e ku divê meriv bên vir.

Beyazgul wiha axivî: "Muzîk, gastronomî û çanda vî bajarê 12 hezar salî pir pêşva çûye. Ev der bajarê xweşbînî û dilsoziyê ye. Ji ber vê ji her baweriyê meriv tên Şanliurfayê. Ez hefteyek berê çûm Gobeklîtepeyê, qefleyên turîstan dihatin. Di vê heyama qedexeyê da jî di nav 3 mehan da qasî 100 hezar turîst hatin vir. Em bendê ne ku turîzm geştir bibe."

Serokê Odeya Rêberên Turîstan a Herêmî ya Şanliurfayê Muslum Çoban jî anî ziman kesên dixwazin gereke dîrokî bikin dikarin di betlaneya eydê da bên Şanliurfayê û wiha dewam kir: "Niha rêjeya tijebûna otelan ji sedî 60-70 ye. Di Eyda Qurbanê da gelek însan wê bên Şanliurfayê, em bendê ne ku ev rêje zêdetir bibe."

 Adiyaman jî li benda turîstan e

Veysel Kuştepeyê li Adiyamanê xwediyê acenteya turîzmê ye wiha got: "Em turîstên xwe yên herêmî û biyanî vedixwînin vir. Tav herî xweş li Çiyayê Nemrûdê ya Adiyamanê diçe ava. Turên geştê ji Hatay, Gazîentab û Şanliurfayê dest pê dike. Li Adiyamanê roj tê temaşekirin û paşê Diyarbekir û Mêrdîn tê gerîn. Xêra turîstên me ji esnafên me ra heye. Tetîla Eyda Qurbanê ji bo me derfeteke mezin e."

Sedat Kalinê ku li bajêr karê wergêriyê dike jî anî ziman ku turîzm geşe dide û wiha got: "Li Nemrûdê di nav meheke dawîn da eleqeyeke mezin heye. Em Eyda Qurbanê da bendêne ku ev eleqe zêdetir be. Di eydê da eleqe zêdetir dibe. Merivan bîrya van deran kirin, eyd ji bo wan derfeteke mezin e."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE