Erzurum, Kars, Ağrı, Iğdır, Erzincan, Tuncelî û Ardahana bajarên Rojhilatê Anadoluyê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) bi destpêkirina sînordarkirina tevayî xalî ne.
Ji ber rêlibergirtina şewbê sînordarkirina duh êvarê di saet 19.00an da dest pê kir wê heta 17ê Gulanê saet 05.00an bidome.
Li bajarên navborî polês li derva belgeyên welatiyan kontrol dikin û ji ber rêgez û tevdîrên Kovîd-19ê wan hişyar dikin.
Li Erzurum, Kars, Ağrı, Iğdır, Erzincan, Tuncelî û Ardahanê ji ber tevdîran gelek cî xalî ne.
AA