Navend Stenbol li 4 bajarî dijî kesên ku qaşo di nav pêkhayeta girtîgehê ya PKKya rêxistina terorê da cî digirin û alîkariya pere dane kesên ji ber rêxistinê di girtîgehê da û mehkûm bûne operasyona hat kirin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Terorê ya Stenbolê li ser îstixbaratê xebat dan destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê da li Stenbol, Batman, Diyarbekir û Muglayê di heman demê da operasyonê dest pê kir û ji 38 şikbarên der barê wan da biryara binçavkirinê hatibû derxistin 28 kes hatin qefaltin.
Di lêgerîna li navnîşanan da demançeyek, tivingek, 51 gule, 15 gram benîştê afyonê, 63 hebên ecstasy û gelek amûr û melzemeyên dijîtal yên rêxistinî hatin qefaltin.
Li gor agahiyan kar û barên fermî yên kesên hatine girtin li ewlehiyê didomin û ji bona qeafltina 10 şikbarên din jî xebat dewam dikin.
AA