Li hin herêmên Trakyayê tirtûl an jî maşot museletê zeviyên gulberojan bûn.Li ser vê cotkarên herêmê li dijî maşotan dest bi dermankirina erd û zeviyên xwe kirin. mudûriya çandiniya bajêr jî bi dronên dermankirinê piştgirî da cotkaran.
Tirtûlan erd û zeviyên gulberojan îstîla kirin.
Li ser vê cotkaran û wezaretê ji bo tevdîrê gav avêtin.
Di vê çarçoveyê de dermankirina erd û zeviyan hat destpêkirin.
Li Türkiyeyê nîvê hilberîna gulberojan li herêma Trakyayê tê bidestxistin.
Di salên dawî de piştî zêdebûna maşotan cotkaran dest bi tevdîran kirin.
Wezareta Çandinî û Daristanan jî rê da cotkaran ku karibin bi dronan erd û zeviyên xwe derman bikin.
Li Süleymanpaşaya Tekirdağê jî talûkeya maşotan dest pê kir.
Li ser vê erd û zeviyên li herêmê bi dronê hatin dermankirin.
Maşot zirareke mezin didin gulberojan.
Ji bo hilberîn kêm nebe divê di wextê de mudaxele were kirin.