Bi eleqeyeke mezin "hedîseya roniyê" hat temaşekirin

Bi eleqeyeke mezin "hedîseya roniyê" hat temaşekirin

 Li Tilloya navçeya Sêrtê 257 sal berê Şêx Îbrahîm Heqî pergaleke roniyê çêkir. Bi saya vê pergala Îbrahîm Heqî tîrêjên rojê ser qebra seydayê wî Îsmaîl Faqîrullah ronî dike û ev bûyer ji hêla welatiyan va bi baldarî hat temaşekirin.

Çalakiya temaşekirinê bi hevkariya Walîtiya Sêrtê, Qaymeqamtiya Tilloyê û Şaredariya Tilloyê va li meydana navçeyê hat lidarxistin. Di organîzasyonê da ji ber şewba Kovîd-19ê tewdîr hatin hildan û ji bo bi cî anîna rêgezên paqijî, maske û mesafeyê jî hewl hat dayîn.

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, xanima wî Hamdiye Soylu, Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Metîn Feyzîoglu, Midûrê Giştî yê Ewlehiyê Mehmet Aktaş, Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Orgeneral Arîf Çetîn, Fermandarê Ewlehiya Peravê Timamîral Ahmet Kendîr, Waliyê Sêrtê Osman Hacibektaşoglu, Şêwirmendê Serokê Giştî yê AK Partiyê Yasîn Aktay û Parlementerê Sêrtê yê AK Partiyê Osman Oren û gelek welatî beşdarî temaşekirina "hedîseya roniyê" bûn.

Miletê ber destê sibehê kom bû ji bo ku "hedîseya roniyê" temaşe bikin bi tekbîr û selawatan benda hilatina rojê man.

Roj di saet 06.17an da hilkişî û hedîseya roniyê qasî 5 deqîqeyan dewam kir. Welatiyan li ser ekrana mezin a ku li meydana navçeyê hatiye avakirin temaşe kirin.

Hedîseya roniyê

Şêx Îbrahîm Heqî piştî ku seydayê wî Îsmaîl Faqîrullah di sala 1734an da wefat dike, tirbeyeke ku qulek li teniştê ye çêdike. Li girê ku 2,5 kîlomêtro dûrî turbeyê ye jî ji keviran dîwarekî çêdike.

Di pergalê da her sal di 21ê adarê û 23yê îlonê da tîrêjên rojê ji şibaka ku di dîwêr da heye, li eynika li quleyê dixe, tîrêjên rojê dişkên û ji şibakê şewqa tîrêjan li turbeyê û ji wir jî li kêlikê qebra Îsmaîl Faqîrullah dixin. Di 1960an da pergal di restorasyonê da xera bû û di sala 2011an da bi destê zanyarên ji zanîngehên cur bi cur cardin hat çêkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE