Bi fermana Serok Erdogan dê maske li welatiyan bên belavkirin

Serokê Ragihandinê Altun ragihand ku bi fermana Serok Erdogan dê maske li welatiyên temenê wan di navbera 20-65 salî bên belavkirin.

Bi fermana Serok Erdogan dê maske li welatiyan bên belavkirin

Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun ragihand ku bi fermana Serok Recep Tayyîp Erdoganmaske li welatiyên temenê wan di navbera 20-65 salî bên belavkirin.

Altun di parvekirina xwe ya li ser hesabê Twitterê anî ziman ku dê bi kordînasyona Wezareta Tendirustiyê û Wezareta Veguhastin û Binesaziyê, her welatîyên temenê wan di navbera 20-65 salî yên ku li ser malpera "https://maske.epttavm.com" formê tije bikin û bişînin, dê ji bo wan di her hefteyekê de 5 maske bên şandin.

Dê maske bi rêya PTT kargoyê bê ucret ji bo malên welatiyan bên şandin.

Welatiyên ku ji bo endamên malbatê bixwazin maskeyan temîn bikin, dê li ser formê zanyariyên wan jî bên tijîkirin.

Hat ragihandin ku yên temenê wan 65an mestir û ji 20an biçûktir ne di nava vê sepanê de ne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE