Bi "gûzên çiyê" ku li ciyên bilind çêdibin debara xwe dikin

Li Îdirê welatî bi "gûzên çiyê" yên ku li gundên li ciyên bilind çêdibin debara xwe dikin.

Bi "gûzên çiyê" ku li ciyên bilind çêdibin debara xwe dikin
GALERIYA NÛÇEYÊ
Gûzên Îdirê

Gûzên Îdirê

Li Îdirê welatî bi "gûzên çiyê" yên ku li gundên li ciyên bilind çêdibin debara xwe dikin.

Li navçeya Tuzlucayê ku li quntara Çiyayê Erezê ye li ciyên bilind gûzên ku jê ra dibêjin "gûzên çiyê" çêdibin.

Gûzên ku li gundên Uçkaya, Egrekdere, Sutaşlari û Buruksuyê yên Tuzlucayê çêdibin eleqeyeke mezin dibînin û li gelek bajaran tên firotin.

Gundî bi fortina gûzên çiyê debara xwe dikin û dixwazin bi hilberînê qezenca wan zêde bibe.

Ozkan Yolcuyê Midûrê Çandinî û Daristanê yê Îdirê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku gûzên çiyê eleqeyeke mezin dibînin.

Yolcu diyar kir gundî bi tenê daran dipejikînin û av didin û wiha got: "Gundî gûzan derman nakin û bi tebiî çêdibin. Em dixwazin çandiniya tebiî zêde bibe û feydeyê bide aboriya bajêr."

Ozkan Yolcu destnîşan kir tonaja gûzên çiyê kêm e, lê biqîmet in û wiha axivî: "Qederê 10 hezar darên gûzan hene. Li gorî texmîna me wê qederê 550 ton gûz jê derkevin. Kêm e, lê ji ber ku tebiî ye qîmeta wê zêde ye."

Kemal Otayê mixtarê gundê Uçkayayê diyar kir gundî dixwazin bi profesyonelî hilberîna gûzan bikin û wiha peyivî: "Loma jî me xebat dane destpêkirin. Gûzên tên komkirin bi gelemperî li Stenbolê tên firotin. Di demên dawîn da gûzên çiyê hatin naskirin. Ji gelek ciyan gûzên çiyê dixwazin. Ev ji bona gundiyan jî debareke baş e."

Ji gundiyan Cemal Artan destnîşan kir di gûzên wan da gubre nayê emilandin û wiha got: "Tebiî çêdibin. Kîloya wan em bi 20 lireyî difiroşin. Ev jî ji me ra dibe debar. Ji bona tebiî ne eleqeyeke mezin dibînin."AA

Dîroka nûkirinê: 15 Cotmeh 2019, 17:42
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE