Bi Hatina biharê heywan li mêrgan in

Gamêşên ku li deşt û qamiran diçêrin dîmenê xweşik derxistin holê

Bi Hatina biharê heywan li mêrgan in

Li Yüksekovayê hin dîmen hene ku dişibin dîmenên ji belgefîlman. bi germbûna hewayê gamêş berê xwe didin deşt û qamiran. li hin deran jî gamêş xwe dixin nava avê.

ev dîmen ne ji deştên mezin ên efrîqayê ne.

Ev der qamira Nehîlê ya li Yüksekova ye.

Bi dehan gamêş li deştê diçêrin.

Bi germbûna hewayê gelek caran dikevin nava avê jî.

Gamêşên ku gihayên curbicur dixwin şîrekî gelek bikalîte didin.

Lewma jî li herêmê xwedîkirina gamêşan herdiçe zêde dibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE