Bi Hatina biharê re, karê mêşvanan jî dest pê kir. mêşvanên li bajarokê rûbarokê yê şemzinanê jî ji bo berekî baş rakin zend û bendên xwe badan û amadehiyan dikin.
Bihar e û hewa xweş e. Li herêmê kar û barên mêşvanan jî dest pê kir.
Li Rûbaroka Şemzinana Colemêgê û gundên derdorê bi germbûna hewayê her der şîn bû. Mêşên hingiv jî îsal zûtir dest bi hilberînê kirin.
Mêşvanên Şemzînanê dibêjin zozanên me hêşîntir û bi bereket in.
Ew li bendê ne ku îsal hilberîna hingiv zêdetir bibe.
Mêşên hingiv biharê û havînê dişuxilin. Bi hatina payîzê mêşvan hingivê xwe berhev dikin.