Li bajaroka Sunguya Mûşê gelek malbat di atolyeya tekstîlê de dixebitin û şalwaran çêdikin. Di atolyeyê de ji her malbatê 2-3 kes bi hev re dixebitin. Him debara mala xwe dikin him jî pere berhev dikin.
Li bajaroka Sunguya Mûşê atolyeyeke tekstîlê heye. Xebatkar di atolyeyê de şalwaran çêdikin.
Ji Malbata Çiniyê 4 kes, ji malbata Karakayayê 4 bira û ji malbatekê din jî 3 kes bi hev re di atolyeyê de dixebitin.
Bi hev re dixebitin, debara mala xwe dikin û ji xwe pereyan berhev dikin.
Bi serwîsa atolyeyê tên kar û dîsa bi serwîsê diçin mala xwe.
Li atolyeya tekstîlê gelek kes bi vî awayî dixebitin. Ji bo ku bi hev re dixebitin aboriya van baştir dibe.