Bi hev re mekteb boyax kirin

Li Silopiyê mamosteyan bi hev re lîse boyax kir

Bi hev re mekteb boyax kirin

Li Silopiya Şırnakê, mamosteyên lîseya îmam xetibê ya keçikan, dîwarên mektebê bi destê xwe boyax kirin..

Di destê wan de firçe hebûn…

Li ber wan jî boyax…

Her kesî bi tiştekî girt û diwarên lîseyê boyax kirin.

Ev der Lîseya Îmam Xetîbê ya Keçikan a Silopiyê ye.

Kesên ku dixebitin jî ne tenê xebatkarên paqjiyê ne.

Ew mamosteyên lîseyê ne.

Ji dil û can, ji destê kê çi hat, kirin.

Mamosteyan him diwarên hundir him jî derveyê mektebê boyax kirin.

Midûrê lîseyê ji bo vê alikariyê him ji fîrmaya boyaxê him jî ji mamosteyan re spas kir.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE