Bi hewl û xîreta xwe bû mînak

Nexweşê parkînsonê bi pêşniyaza dixtor dest bi hunera destan kir û baş bû...

Bi hewl û xîreta xwe bû mînak

Li Ozalpa Wanê welatiyek bi nexweşiya parkînsonê ket. Ji ber nexweşiyê destê wî gelek diricifîn. Li ser pêşniyaza bijîşkê xwe dest bi hunera destan kir. Niha rewşa wî baş e. Ew bi vê hewla xwe ji bo nexweşên din jî bû mînakekê baş.

Li Ozalpa Wanê welatiyê bi navê Îkram Vergiliyê 63 salî, beriya 4 salan bi nexweşiya parkînsonê ket.

Ji ber nexweşiyê destê wî gelek direicifîn.

Diktorê wî ji bo nexweşiya wî baş bibe jêre çêkirina hunera destan pêşniyaz kir.

Îkramê 63 salî jî ji wê rojê ve dest bi hunera destan kir.

Di vê pêvajoyê de wî ji pêlîstokên zarokan heta xanî, çarçove, şiklên heywan û tiştên din gelek amûr çêkirin.

Niha nexweşiya wî baş bûye û ew bi vê xebat û hunera xwe ji bo nexweşên din ên parkînsonê jî bû mînakekê baş.

Dîroka nûkirinê: 13 Adar 2019, 09:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE