Bi hezaran donim genim şewitî

Agir bi zevîyên genim ket, bi hezaran donim erd şewitî

Bi hezaran donim genim şewitî

Li herêmê bîçer ketin nav zevîyan û ji hezaran donim zevîyan genim tê berhevkirin. Li gundê çemqeran û gundê xezayê yên Silopîyayê, ji ber sedemeke ne dîyar şewat derket. Bi hezaran donim genim şewitî. Pispor dibêjin bila welatî di van rojan de hişyar û haydar bin

Bi hatina havînê re demsala berhevkirina genim û ceh dest pê kir.

Li gundê çemqeran û gundê xezayê yên silopîyayê ji ber sedemeke ne dîyar şewat derket.

Di encama derketina şewatê de bi hezaran donim genim şewitî.

Li ser îxbara gundîyan tîmên agirkujiyê çûn herêmê û şewat di demeke nêzîk de hat temirandin

Pispor dibêjin bila welatî di van rojan de ji ber şewata zevîyan hişyar bin

Lêkolîna ji bo kifşkirina sedema şewatê hêj dewam dike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE