Bi hobiya xwe debara mala xwe dike

Li Sûriyê 25 salan parêzerî kir, niha debara xwe bi tizbiyan dike

Bi hobiya xwe debara mala xwe dike

Tizbî ji bo wî hobiyeke mezin bû. piştî hat Türkiyeyê jî hobiya xwe ji xwe re kir pîşe. parêzerê sûriyeyî niha debara xwe bi tizbiyan dike.

Wî wekî bi hezaran Sûriyeyiyî xwe spart Türkiyeyê û ev 7 sal in bi malbata xwe re li Rihayê dijî.

Samî Elferagê Sûriyeyî beriya şer li Dêrazorê parêzerî dikir.

Lê niha hosteyekî mezin ê tizbiyan e û tizbiyên wî gelek tên ecibandin.

“ Bêçare hatim Türkiyeyê . Min li welatê xwe 25 salan parêzerî kir. Lê min nekarî meslekê xwe li virê bikim. Min jî got ez tizbiyan çêkim… 4 zarokên min hene. Bi vî karî debara mala xwe dikim û 2 zarokan didim xwendin.”

Elferag piştî hatiye Türkiyeyê demekê bê kar maye.

Lê ji bo malbata xwe hewl daye û bi saya kursa ku çûyiyê zineatek hîn bûye.

“Ez ji meslekê xwe gelek hez dikim. Di 2 sal û nîvan de bûm hoste. Mişteriyên min pir in. Tizbiyên min him li Rihayê tên firotin him jî ez li ser sîparîşan dişinim bajarên din. Qezenca min baş e şikir.”

Gava tizbiyan çêdike herî zêde jî vegera welatê xwe xeyal dike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE