Bi kampanyayê pirtûkxaneyek çêbû

Navê leşkerê şehîd Vedat Aykut li pirtûkxaneyê hat kirin

Bi kampanyayê pirtûkxaneyek çêbû

Li Yûwacixa Gundê Çinara Dîyarbekirê bi kampanyayekê li dibistana gund pirtûkxaneyek hat vekirin. Navê çawişê pispor ê şehîd vedat aykut li pirtûkxaneyê hat danîn. Di merasîma vekirina pirtûkxaneyê de malbata şehîd jî hazir bû.

Çawişê Pispor Vedat Aykut 3 sal berê, li Nisêbînê, di pevçûnekê de şehîd bû. Li ser navê wî pirtûkxaneyek hat vekirin.

Pirtûkxaneya şehîd li gundê Yûwacixa Çinarê hat vekirin. Malbata wî jî hat merasîma vekirina pirtûkxaneyê.

Êdî xwendekarên gund ji bona xwendina pirtûkan hewce nake biçin cihê dûr.

Pirtûkxane bi kampanyeyekê hat avakirin û tê de 2 hezar û 600 kîtab hene.

Dîroka nûkirinê: 29 Gulan 2019, 18:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE