Bi pêşketina teknolojiyê gelek kar û pîşeyên kevn ji holê radibin. lê li Colemêrgê îskender dayan, zeneeta bav û kalên xwe ji bîr nekiriye. bi keda destan zembîl û gopalan çêdike.
Îskender Dayan ji gundê Bênavokê yê Colemêrgê ye.
Ji biçûktiya xwe û vir ve bi qamîşan zembil û gopalan çê dike.
Ev kar ji bo wî hem sebr e, hem jî pê debara xwe dike.
Her amûrek ji cureyekê dar û qamîşan çêdibe.
Ew li derdora rûbarê gundê xwe van daran bi dest dixe.
Îskender dayan naxwaze ku ev zeneet were jibîrkirin.