Bi keda xwe pêlavan çêdike

Hostayê pêlavan 40 sal in ku nêzî 120 hezar pêlav çêkirine

Bi keda xwe pêlavan çêdike

Li Batmanê hostayê pêlavan bi keda xwe ev 40 sal in ku pêlavan çêdike. Orhan Sağdıçê 51 salî, di atolyeya xwe de heta niha bi hezaran pêlav çêkirine.

Li Batmanê hostayê pêlavan Orhan Sağdıç di biçûktayiya xwe de dest pê çêkirina pêlavan kiriye.

Sağdıçê 51 salî ji bav û kalên xwe hînî çêkirinê bûye.

Orhan Sağdıç ev 40 sal in ku li atolyeya xwe nêzî 120 hezar pêlav çêkirine.

Sağdıç bi keda xwe, li gorî daxwaza mişteriyan pêlavan taybet çêdike.

Ji bajarên din jî mişteriyên wî hene.

Pêlavên ku li vir bi keda destan tên çêkirin, nêzî 250 lîreyî difroşin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE