Li Adiyamanê ji bo şêniyên gundekî ku tê gotin ev 8 sal e berf nebariye bi kepçeyê ji qûntara Çiyayê Nemrûdê berf hat anîn.
Welatiyên li gundê Narinceya ser navçeya Kehtayê ku dibêjin 8 sal e berf nebariye gundê wan ji operatorê kepçeyê Arîf Gunel ê şêniyê gundê Karadutê ye xwestin ku bila ji wan ra berfê bîne.
Li ser daxwaza gundiyan Gunel jî çû qûntara Çiyayê Nemrûdê û devê kepçê tijî berf kir û anî nava gund.
Gundiyên li meydanê kom bûbûn jî berfa di devê kepçê da tijî poşêta kirin û birin malên xwe.
Ji gundiyan Mehmet Kurt daxuyanî da rojnamegeran û got ku li gundê wan nêzî 8 salane berf nabare û ji ber berf anînê jî ji Arîf Gunel ra spas kir.
AA