Bi kofiya 120 salî va kevneşopiyê didomîne

Li Sirûca navçeya Rihayê kevneşopiya "Kofî"yê bi saya serê pîrika Hatîce Çelîkê didome

Bi kofiya 120 salî va kevneşopiyê didomîne

Li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê di salên berê da jinan ji bo xeml û kêfê "kofî" didan serê xwe lê ev kevneşopî roj bi roj ber bi windabûnê va diçe.

Di demên borî da wek xeml kofî didan serê bûkan, di şevên desthineyê da jinan dida serê xwe.

Derûdora kofiyan bi hebên zêran, morî û neqşan va dihatin xemlandin û kofiyên reng rengî di wan salan da wek nîşaneya xeml û bedewiyê gelekî bal dikişand.

Ji bo çêkirin û bikaranîna kofiyan jî hewl dihat dayîn û jinên li herêmê wek perçeyek cil û bergên xwe li vê kevneşopiyê xwedî derdiketin.

Ev kevneşopiya demekê gelekî bi nav û deng bû niha li Sirûca navçeya Rihayê bi saya serê pîrika Hatîce Çelîkê (68) û kofiya wê ya 120 salî dewam dike.

Çelîk, 50 sal berê dema bûktî ji mala bavê xwe derdikeve bavê wê bi diyarî kofiyekê dide qîza xwe û bûka wê demê ya ku îro êdî pîr bûye û xwedî zarok û neviyaye ji bo domandina kevneşopiya kofiyê hewl dide.

Kofiya bavê Çelîkê bi diyarî dabû serê qîza xwe wek mîrate ev 120 sal e tê parastin.

Çelîkê got: "Demên berê wekî cilan bû kofî. Pîrikên me didan serê xwe. Wê demê heke kofiya qîzekê tunebuya ewa bûkanî ji malê dernedixistin. Alî mala zavê ji bo bûkê kofiyek çêdikirin, ew didan serê bûkê û ew wisa ji mala bavê derdixistin. Dema min mêr kir bi kofiya bavê min bi diyarî da min ji malê derketim.

Xişikên pê va divê zêr bûna

Di berdewamiya axaftina xwe da Çelîkê got ku çêkirina kofiyê jî karekî zehmet e û wiha domand: "Di binî da karton bi cih dikin. Li ser wê jî guliyên daran bi cilekê dipêçin û di navê da bi cih dikin. Dora wê bi şalê dipêçin û sê rêz zêr lê zêde dikin. Zincîrên zêrîn bi derdora wê da dikin û xişikên pê va dikirin divê zêr bûna."

 "Bê kofî derketin tiştekî pir şerm bû"

Çelîkê ragihand ku ew li gor xwe ji bo domandina kevneşopiya mezinên xwe hewl dide û wiha pê da çû: "Roja ku kurê min zewicî min di dewetê da da serê xwe. Dema ez diçim dewetan didim serê xwe. Di demên berê da wextê zewacê her tim kofî li serê me bû. Me çi kar bikira kofî ji serê me nedihat xwarê, çêlek didot, eşêf dikir û şîv çêdikir. Ew li serê me bû û lê dema ev kevneşopî hêdî hêdî ji holê rabû me di dewetan da da serê xwe. Di demên berê da bê kofî derketin tiştekî pir şerm bû."

Kesên kofiyê li serê Çelîkê dibînin tên û pê ra wêneyan dikişînin.

Çelîk çêkirina kofiyan hînî nifşên nû yên meraqdarê vî karî ne jî dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE