"Bi korîdora dexl rê li ber hat girtin ku qeyraneke mezin ya xurekê derkeve"

Wezîrê Çandinî û Daristanê Kirîşcî: "Bi korîdora dexl rê li ber hat girtin ku qeyraneke mezin ya xurekê derkeve"

"Bi korîdora dexl rê li ber hat girtin ku qeyraneke mezin ya xurekê derkeve"

Wezîrê Çandinî û Daristanê Vahît Kirîşcî, "Bi çareserkirina qeyra korîdora dexl bîna dewletên ku pêwîstiya wan bi van berheman heye û dewletên ku van berheman peyda dikin derketin. Bi korîdora dexl rê li ber hat girtin ku qeyraneke mezin ya xurekê derkeve."

Kirîşcî li AAtolyeyê bû mêvanê Maseya Edîtoran ya Ajansa Anadoluyê (AA) û der barê rojevê da axivî.

Wezîrê Çandinî û Daristanê Vahît Kirîşcî der barê peymana li ser korîdora dexl û dehn da wiha got, "Bi çareserkirina qeyra korîdora dexl bîna dewletên ku pêwistiya wan bi van berheman heye û dewletên ku van berheman peyda dikin derketin. Bi korîdora dexl rê li ber hat girtin ku qeyraneke mezin ya xurekê derkeve."

Kirîşcî der barê balafira vemirandina agir da got ku em ê sibê li Soçiyê meseleya ku ji Rûsyayê kirîna balafirê ber bi hev da bînin.

Wezîrê Çandinî û Daristanê Vahît Kirîşcî diyar kir ku Saziya Şîr û Goşt di bihayên goştê berxan da wê ji sedî 25 erzanî bike.

Kirîşcî bal kişand ser bihayê zebze û fêkiyan û got ku ji bona di mehên zivistanê da em rê li ber bihayên zêde yên zebze û fêkiyan bigirin em dixwazin ciyên hilberîna serayê zêde bikin.

Wezîrê Çandinî û Daristanê Kirîşcî destnîşan kir wê planên li ser berhemên stratejîk yên weke ar, rûn û şekir çêkin û got ku di berhemên ku pêwîstiya me pê heye da em ê xwe bi xwe têra xwe bikin.

Kirîşcî diyar kir kesên dixwazin ji bajarên mezin vegerin ciyên biçûk hene, loma jî wê karên dezgehên biçûk teşwîq dikin û wiha got, "Wê dagêra ji bajarên mezin zêde bibe."

Wezîrê Çandinî û Daristanê Kirîşcî destnîşan kir destekên çandiniyê hêsan dikin û alîkariya ferqa di berhemên stratejîk da tînin rojevê û got ku ev sepandin wê di 2023yan da li bajarekî pîlot dest pê bike.

Kirîşcî got ku bi sernavê mişawirên çandiniyê yên sondxwarî, wê endazyarên sondxwarî yên çandinî, xurek û berhemên avê, xizmeta şêwirmendiyê bidin hilberîneran.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE