Bi kostûma îsotan ketin nav kuçeyan

Maskotên îsotan li kuçe û kolanan li welatiyan maske belav kirin

Bi kostûma îsotan ketin nav kuçeyan

Di van rojên dawî de li Şanliurfayê nexweşên vîrûsê zêde bûn. Ekîbên şaredariya Şanliurfayê ji bo rê li ber vîrûsê bigirin bi maskotên îsotan, li kuçe û kolanan geriyan û li welatiyan maske belav kirin.

Li hin bajaran şewba vîrûsê belav dibe.

Rêvebirên bajaran ji bo rê li ber şewbê bigirin bênavber dixebitin.

Ev der jî bajarê Şanliurfayê ye.

Piştî zêdebûna nexweşan ekîbên şaredariya Şanliurfayê ji bo balê bikşînin girîngiya maskeyan dest bi xebatan kirin.

Maskotên îsotan daketin kuçe û kolanan û li welatiyan maske belav kirin.

Hin welatiyan piştî hildana maskeyan bi maskotan re wêne jî girtin.

Welatî ji bo belavkirina maskeyan memnûn in.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE