Li Mûşê zarokên gundan bi îmkanên xwe pêşbaziya survîvorê li dar xistin. Zarok li gorî tevdîrên koronayê him ketin pêşbaziyê him jî tera dilê xwe kêf kirin.
Li gundê Tîrkewanka Mûşê ji bo cihên wan ên lîstikê tune zarokan ji xwe re Parkura Survîvorê amade kir.
Rêvebirên Navenda Ciwanan a Mûşê bi zarokan re hatin ba hev û bi destpêka heyama normalbûnê ji zarokan re çalakiyek li dar xistin.
Zarok wek Koma Şîn û Koma Sor bûn du alî û bi hev re ketin pêşbaziyê.
Gundiyan jî li wan temaşe kir û bi tezahuratan tevlî kelacana zarokan bûn.
Ciwanan xelat da zarokên ku bi pêş ketin. Her wiha hemû zarokan madalya jî wergirt.