Bi molotofê êrîşî Serokatiya Navçeya Haniyê ya AK Partiyê kirin

Bi molotofê êrîşî Serokatiya Navçeya Haniyê ya AK Partiyê kirin

 Kesekî nasnameya wî nediyar bi molotofê êrîşî Serokatiya Navçeya Haniyê ya AK Partiyê kir. 

Li gor agahiyên hatin bidestxistin saet dora21.00ê bi molotofê êrîşî Serokatiya Navçeya Haniyê kirin. 

Hat hînbûn ku di dema êrîşê da partiyî di hundir da bûne lêbelê tu kes birîndar nebû. 

- Dema êrîşî di kameraya ewlehiyê da xuya dike

Êrîşa hat kirin di kameraya ewlehiyê ya hawirdor da xuya dike. Di dîmenê da tê dîtin ku kesek agir bi molotofa di destê xwe da dixe û diavêje serokatiya navçeyê û paşê bi lez ji wir direve. 

Serokbajarê AK Partiyê Mehmet Şerfî Aydin dîmena êrîşê ji ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir û bertek nîşan da.

Aydin di parvekirina xwe da ev gotin: 

"Êrîşeke wekî êrîşa kirêt a ku duh dijî avahiya bajêr a HDPyê ya Îzmirê hat kirin îşev hewl hat hat dayîn ku li Diyarbekira me dijî teşkîlata me ya navçeya Haniyê ya AK Partiyê bê kirin. Birayên me yên di hundir da birîndar nebûn, wekî ku di êrîşa duh da hat kirin em wek Serokatiya Bajêr a Diyarbekirê ya AK Partiyê vê êrîşa kirêt lenet dikin. Em bi îbret dibin şahid ku mîhrakên terorê ji bo ku şeht li atmosfera aramî û ewlehiyê ya li welatê me pêk hatiye bînin ji ser şaxên xwe yên hundir hewl didin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE