Bi muzîkê danûstandinê dikin

Esnafan ji bo mişteriyan li çarşiyê sîstema muzîkê ava kir

Bi muzîkê danûstandinê dikin

Esnafên sûka sêvan a Batmanê, ji bo rehetî û konfora muşteriyên xwe sîstema muzîkê ava kirin. Li sûkê rojên duşem, sêşem û çarşemê muzîk lê dide, rojên pêncşem û înê jî qesîde û qur’ana pîroz tên xwendin. Welatî, ji xizmetê gelek memnûn in.

Batmanî bi dengê muzîk, qesî de û Qur’ana Pîroz danûstandinê dikin.

Li batmanê Esnafên Sûka Sêvan ku çarşiyeke gelek kevn e, ji bo dema danûstandinê kêfa mişteriyan were li çarşiyê sîstemeke muzîkê ava kirin.

Li çarşiyê nava hefteyê 3 rojan stran û kilamên modern û herêmî, 2 rojan jî qesîde û Qur’ana pîroz tên weşandin.

Bi sistemê hişyariyên ji bo koronavîrûsê jî tên weşandin û behsa girîngiya tevdîran tê kirin.

Welatiyên danûstandinê dikin him kêfxeşiya xwe tînin ziman him jî spasî kedkarên vê projeyê dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE