Bi nêzbûna eydê bazara heywanan geş bû

Li Şanliurfayê bi nêzbûna eydê bazara heywan lê tên firotin geş bû.

Bi nêzbûna eydê bazara heywanan geş bû

Li Şanliurfayê bi nêzbûna eydê va bazara heywan lê tên firotin geş bû.

Welatiyên dixwazin pez û dewaran bikirin diçin bazara heywanan ya ku li Taxa Yenîceyê ye. Kiryar li vê derê bi esnafan re dest bi bazarê dikin û piştî hewleke mezin heywanê xwe yê qurbanê dikirin. Li bazarê bihayê pêz ji hezar lireyî û yê dewaran jî ji 8 lireyê dest pê dike.

Serokê Komeleya Bazara Heywanan a Şanliurfayê Îzzet Çîftçî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li bazarê qelebalixî roj bi roj zêdetir dibe û wiha pê da çû: "Eleqeya welatiyên me gelekî baş e. Li vê derê li gorî pereyê her kesî heywan hene. Ji bo pêşveçûna heywandariyê daxwaza me ji welatiyên me ew e ku bila heywanên mê nekirin. Hin kes dibêjin îsal heywan zehf biha bûne. Ev rast nîne. Tiştekî wisa tuneye. Bihayê me li nêzî bihayên par in. Ez her kesî dawetî bazarê dikim."

Ji esnafan Mehmet Kiliç jî got ku ew niha heywanên xwe baş difiroşin û wiha pê da çû: "Karê me şikûr niha baş e. Esnaf jî welatî jî memnun in. Kîloya goşt ya pez û dewarên nêr 20 lire ye, yê heywanên mê jî bi qasî 16-17 lireyî ye. Bihayê pezekê ji hezar lireyî dest pê dike. Em ji ber eydê serê sibê di 5an da tên vê derê û di saet 18.00an da jî diçin malên xwe. Em ê heta roja duyemîn a eydê bi vi şeklî bixebitin."

 


AA

Dîroka nûkirinê: 05 Tebax 2018, 09:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE