Bi Operasyona Pencik-Qertelê va 81 hedefên terorîstan hatin îmhekirin

Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) daxuyand li bakurê Iraqê bi Operasyona Pencik-Qertelê va 81 sitargeh, şikeft û hêwirgehên terorîstan hatin îmhekirin.

Bi Operasyona Pencik-Qertelê va 81 hedefên terorîstan hatin îmhekirin

Li gor daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî ya li ser hesabê Twitterê li bakurê Iraqê dijî sitargeh, şikeft û hêwirgehên terorîstan ên li Şingal, Qaracax, Qendîl, Zap, Avaşîn Basyan û Xakurkê Operasyona Pencik-Qertelê hat kirin.

Di daxuyaniya WPNyê da wiha hat gotin: "Bi Operasyona Pencik-Qertelê va 81 sitargeh, şikeft û hêwirgehên terorîstan hatin îmhekirin. Balafirên me di nav ewlehiyê da vegeriyan baregehên xwe. Di vê herekatê da muhîmatên xwemalî û neteweyî hatin bikaranîn û derbeyeke giran li rêxistina terorê ya li herêmê hat xistin. Di plankirin û îcrakirina vê herekatê da ji bo parastina ewlehiya can û malê gelê sivîl û hawirdorê hesasiyeteke mezin hat nîşandan. Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê wek berê îro jî ji bo beka û ewlehiya welat û gelê me dijî terorê têdikoşe. Heta terorîstê herî dawîn bê berterefkirin ev têkoşîn wê bi biryar û cehd dewam bike."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE